Duran Kalkan: lihevkirina DYE û Tirkiye belgeya qirkirina gelan e

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Duran Kalkan lihevkirina di navber dewleta Tirk û Emerîkayê de weke belgeya qirkirina kurdan pênasekir.
Kalkan got, “Kurd û gelên din li dijî vê wê heta dawî li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

Endamê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan der barê êrîşên dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û lihevkirina di navbera DYE û dewleta Tirk de ji ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî.

Duran Kalkan lihevkirina di nabera dewleta Tirk û Emerîkayê de weke resmiyeteke naskirina QSD’ê girt dest û da zanîn ku di vê lihevkirinê de ji gelek aliyan ve ne zelalî heye.

Kalkan destnîşankir ku vekişîna YPG-YPJ’ê ya ji dirêjahiya 444 kîlometre û bi kûrahiya 32 kîlometre tê maneya berdana Rojavayê Kurdistanê û tasfiyekirina YPG-YPJ’ê.

Duran Kalkan weha got, “Diyar e ku lihevkirina di navbera DYE û dewleta Tirk de belgeya qirkirina gelan e. Kurd û gelên din heta dawiyê wê li dijî vê li ber xwe bidin û li Sûriyê û Kurdistanê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin. Berxwedana Rûmetê wê teqez bi ser kevê.”

KALKAN: ÇARENÛSA KURDAN JI YEKÎTIYA NETEWÎ DERBAS DIBE

Endamê Komîteya PKK’ê Kalkan balkişand li ser wezîfeya ku dikeve ser milê civak û siyaseta Kurd û diyar kir ku eger di vê pêvajoyê de nikaribin qirkirina li dijî wan têk bibin û hebûna xwe ya azad misoger bikin, wê demê wê bikevin nava metirsiyekê ku her tiştên xwe ji dest bidin.

Kalkan destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker dijminatiye li hemû kurdan dike û çarenûsa Kurdên li hemû parçeyan yek e û ev bang kir: “Li ser bingeha banga KNK’ê divê ji daxuyaniyan zêdetir êdî em konferansek netewî pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button