“JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ EM Ê HÎN BI XURTÎ TÊBIKOŞIN”

Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên navbera partiyên Kurdistanî de erkek wan ya sereke ye.

Reşîd got, ji bo ku Ocalan azad bibe em ê hîn bêhtir bixebitin.

18. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) berî çend rojan li Hollandayê pêk hat.

Nûnerên KNK, Partiyên Siyasî, rêxistinên Jinan û Îslamî Feylîyî yên li çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Lubnan, Kazakîstan û welatên Ewropayê tevlî civînê bûn.

Li ser azadiya Kurdistanê û yekîtiya gelê Kurd nîqaş hatin kirin.

Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku armanca wan ji vê civînê pêkanîna yekîtiya neteweyî ye.

Rêbwar Reşîd destnîşan kir ku pirsgirêkên di navbera partiyan de herî zêde dilê dijminê Kurdistanê xweş dike û got:

“Bi taybetî Tirkiye û Îran dixwazin nakokiyên nava Kurdan mezin bibin.

Ji ber ku naxwazin yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk were”.

Reşîd diyar kir, wezîfeya herî mezin a KNK’ê rakirina pirsgirêkên navbera partiyan de ye û got:

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî divê em hîn bi bandor bin.

Mirov nikarin bêjin ku di vê mijarê de em gelekî serketî ne, em rexnedayina vê yekê didin gelê xwe.

Mixabin partiyên siyasî di pratîkê de xwe na bînin.

Di navbera gel û partiyên siyasî de hin pirsgirêk hene û haya me ji zor û zehmetiya vê heye.

Pêkanîna hevsengiya navbera hemû partî û saziyan zehmet e, lê hewldanên me hene”.

Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û axavtina xwe wih bi dawî kir:

“Ocalan ne ji bo şexsê xwe, lê ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya.

Dinya tev zane ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe.

Lewma dewleta Tirk li Îmraliyê dest bi şerê li dijî Kurdan kir.

Weke KNK, beriya her tiştî ji bo Ocalan azad bibe, em ê hîn bêhtir bixebitin.”

Leave a Reply

Back to top button