NY: ji ber êrîşên dewleta Tirk 180 hezar kes koçber bûn

Neteweyên Yekbûyî jî bal kişand ser koçberiya ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rû dan.
NY diyarkir ku, piştî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûrî 180 hezar kesan ji cih û warên xwe koçber bûn.
NY da zanîn ku ji koçberan zêdetirî 7 hezar jî berê xwe dane başûrê Kurdistanê.

Berdevkê nûnerê giştî yê NY Stéphane Dujarric di civîna çapemeniyê de ragihand ku xebatkarên NY ên li meydana şer bûn, diyarkirine ku tevî agirbestê li herêmê hîna şer bandorê li sivîlan dike.

Dujarric anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta tirk 80 hezar zarok, 180 hezar kes, li bakur û rojhilatê Sûrî ji cih û warên xwe derketine û koçber bûne.

Berdevkê NY diyar kir ku di meha Cotmehê de, ji 580 hezar kesên li bajarên Hesekê û Reqayê re alîkariya xwarinê şandine.

NY: 7 HEZAR Û 100 KES DERBASÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛNE

Berdevkê Nûnerê Giştî yê NY di dawiyê de, bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku parastina sivîlan bikin û rê li ber gihandina alîkariyan neyê girtin.

Li gorî nûnertiya bilind a karûbarên penaberan a NY jî, hefteya borî bi giştî 7 hezar û 100 kesên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçber bûbûn, derbasî xaka Başûrê Kudistanê bûne.

Leave a Reply

Back to top button