HPG:li Heftenîn û Xakûrkê 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk, çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê dewam dikin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Heftenîn û Xakurkê de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêmêm Xakûrkê û Heftenînê dîsa çalakiyên xwe dewam kirin û di van çalakiyan de 11 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyan ev agahî da:

“Hêzên me ji bo bîranîna hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a 25’ê Cotmeha 1992’an xwe radestî nekir û şehîd bû, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

19’ê Cotmehê hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li Girê Konferansê bi cîh bûbûn çalakiyek li dar xist û leşkerek kuştin.

20’ê Cotmehê jî gerîlayên YJA Starê li dijî leşker û kontrayên li herêma dikeve navbera Girê Vecîp, Geliyê Pisaxa û Girê Konferansê bicih bûbûn çalakî kirin.

Di vê çalakiyê de wesayîteke dijmin hate rûxandin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.

21’ê Cotmehê gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên li qada Şehîd Şêxmûs bicih bûbûn çalakiyek kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin.

Heman rojê li dijî li herêma Xakûrkê, li dijî yekîneyên operasyona dagirker çalakî pêk hatin.

Gerîlayên YJA Starê li nêzî Girê Koordîne ji du baskan ve li çeper û kozikên dijmin dan, bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker derdor bi çekên giran gulebaran kir.

Her weha gerîlayan danê sibê li Girê Şehîd Botan li dijî leşkerên Tirk çalakiyek pêk anîn û di vê çalakiyê de jî leşkerek hate kuştin.

Heman rojê danê êvarê jî gerîlayan li dijî leşkerên li Girê Şehîd Derwêş rêze çalakiyên sekvaniyê kirin.

Bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.”

Leave a Reply

Back to top button