RÛSYA LI SER DAGIRKERÎ Û GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ ERÊ KIR

Serokê Rûsya Vladimir Putin bi serokê Tirkiyê Erdogan re têkidarî rewşa Sûrî li Soçîyê li hev civiyan.

Piştî civînê aliyan peymaneke li hevkirinê weşandin.

Li gorî wê,

Rûsya hebûna dagirkeriyê û guhertina demografiyê erê kir.

Li bajarê Soçî di navbera serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn û serok-komarê Tirk Erdogan de hevdîtinek pêk hat..

Mijara sereke a vê hevdîtinê tevgera dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatû Sûrî bû.

Serokê Rûsyayê Pûtîn weke her car îdîa kir ku ew alîgirin Kurd li Sûrî bibin xwedî maf, lê di heman demê de destek da êrişa Erdogan a li dijî Kurdan.

Serok-Komarê Tirk Erdogan jî bi dagirkirina Efrînê hişt bi deh hezaran Kurd ji cihên xwe bibin, îro careke din li pêş çavê cîhanê peyama guhertina demografîk da..

Erdogan diyar kir ku ew ê mîlyonan kesên niha li Tirkiyê ne derbasî herêmê bikin û wan li Girê Spî û Serêkaniyê bi ch bikin..

Tevî ku dewleta Tirk bi salan e beşek ji axa Sûrî dagirkiriye.

Li van herêman ala xwe bilind kiriye û li dibistanan perwerdeya bi zimanê Tirkî ferz dike jî.

Erdogan îdîa kir ku ew alîgirên parastina yekîtiya axa Sûrî ne..

Rûsya a ku Çileyê sala 2018’an rê da dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir bike, di hevdîtina îro de jî helwesta xwe a li hemberî dagirkeriyê neguhert..

Ev yek jî ji naveroka peymana herdû aliyan eşkere bû..

Lewma di peymanê de tê gotin, wê rewşa deverên dikevin bi tevgera artêşa Tirk de weke heyî were parastin.

Rûsya eşkere ragihand ku ew hebûna eskerî ya Tirk û bi deh hezaran çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê li Serêkaniyê û Girê Spî erê dike..

Mijareke din a hevdîtinê zindîkirina peymana Edenê ya di navbera rêjîma Sûrî û dewleta Tirk de bû.

Lewma aliyê Rûsya ragihand ku ew ê ji çalakkirina vê peymanê berpirsyar bin..

 

 

Leave a Reply

Back to top button