Li wargeha penaberan ya Memxûrê ji bo Rêber APO pêngava name nivîsandinê hatibû destpêkirin, xwendevanan nameyên nivîsandin, xistin sindoqan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşandan.
Di merasîma şandina nameyan de, Mamosta Beşîr Gabarî axivî û diyar kir ku ev demek dirêje Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got:
“Dijminê hov tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo dide meşandin.
Ji bo em agahiyekî ji Rêber Apo bigirin hemû hewildanên gelê Kurd çêdibin, lê dewleta Tirk bi hovane li ser me de tê û nahêle em agahiyê jê bigirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demek dirêje pêngavek hatiye destpêkirin û ev pêngav di her alî de tê berdewam kirin.
Li Wargeha Mexmûrê jî wek gel, wek qada perwerdeyê em jî bi nivîsandana nameyên xwe beşdarî vê pêngavê dibin.
Armanca me ya nivîsandina van nameyen ewe ku em bêjin Rêber Apo tû ne bi tenêyî.
Eger ev name bibe wesileya azadiya Rêber Apo wê hewildan û çalakiyên me hertim berdewam bike.”



