Şerê Îsraîl û Hamasê rê li ber wê yekê vedike ku Îslama radîkal a tûndrew careke din pêşkeve.
Di heman demê de dibe sedem ku nijadperestên biyanî jî êrişî Ereban bikin.
Mînaka vê ya dawî doh êvarê li Belçîkayê rû da.
Di encama êrişa çekdarî ya kesekî radîkal de, 2 welatiyên Siwêdî hatin kuştin.
Piştî Amerîka û Fransayê, doh êvarê li Belçîkayê êrişeke nijadpetrest pêk hat.
Doh li paytext Brukselê, beriya maça futbolê ya di navbera tîmên Belçîka û Siwêdê de, êrişeke çekdarî pêk hat.
Yên bûn armanca vê êrişê, alîgirên tîma Siwêdê bûn.
Êrişkar jî kesê binavê Abdulselam El Guîlanî yê 45 salî ku ji Tunisê ye bi qêrîna “Alahuakber” gule li derdorê reşand.
Di encamê de 2 welatiyên Siwêdî jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê bidemeke kurt 2 dîmenên cûda li ser tevnên civakî hatin belavkirin.
A yekê peyama kesê êrişkar ku tê de eşkere dibêje, ew endamekî DAIŞ’ê ye.
Dîmenên duyemîn jî kêliya êrişê ye.
Êrişkarê Brukselê hate kuştin
Dozgeriya Federal a Brukselê ragihand ku kesê êrişkar di encama serdegirtina polîsan de hatiye girtin.
Li gorî agahiyan, vê sibê li taxa Schaerbeek (Sxarbêk) dema kesê êrişkar li nava kafeyekê bû polîsan êrişî wî kir.
Û di encamê de hate kuştin.
Dema serdegirtin, 2 kesên bi guman jî hatin binçavkirin.



