Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundekî Kobanê bi cenazeyê şervanek YPJ`ê lîstin.
Duh jî Sêşemê 22`ê Cotmehê tevî agirbesta ragihandî çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî nuqteyek YPJ`ê li gundewarê Kobanê kirin.
Di encama êrîşan de şervanek YPJ`ê şehîd bû.
Di dîmena ku çeteyekî kişandiye de çawa çete bi cenazeya şervana YPJ`ê dilîzin diyar dibe.
Ev kiryara hovane berê çeteyan der heqê şehîd Barîn Kobanê de dema ku Efrîn dagir kirine pêk anîbûn.