Mark Esper: em şerê hevkarê xwe yê NATO’yê nakin

Pentagon ku ji bo qirkirin û dagirkeriyê destûr da dewleta Tirk diyar kir ku ew ê şerê hevkarê xwe yê NATO’yê nekin.
Wezîrê Parastinê Esper got, eger were îspatkirin divê Tirkiyê weke berpirsyarê sûcên şer were dîtin.

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper li Riyadê bersîv da pirsên CNN’ê yên der barê dagirkeriya artêşa Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê de.

Esper anî ziman ku ew ê şerê hevkarê xwe yê NATO’yê nekin û got, “Wezîfeya me ne ew e ku em li dijî welatekî NATO’yê Kurdan biparêzin an ji bo dewleteke otonom saz bikin piştgiriyê bidin.”

MARK ESPER: EGER PIŞTRAST BIBE, TIRKIYÊ DIVÊ HESABÊ SÛCÊN ŞER BIDE

Esper bal kişand ser şehîdxistina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef û sûcên şer yên dewleta Tirk ku di êrîşên dagirkeriyê de kiriye û diyar kir ew bawer e ku ev rast in û weke berpisyarê van sûcan divê Tirkiye hesabê bide.”

Esper anî ziman ku ew van raporan lêkolîn dikin.

Leave a Reply

Back to top button