Parlamena Ewrupa: Ne herêma ewle, herêma şer e

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûrî di runiştina giştî ya civata Parlementoya Ewropayê de hate niqaşkirin.
Parlementeran gotin, dewleta tirk bi navê herêma ewle êrîş kir, lê herêm bû herêma şer.

Rûniştina giştî ya civata Parlamena Ewropayê îro pêk hat û nîqaşa sereke ya civînê jî dagirkeriya dewleta tirk a li ser bakurê Sûrî û metirsiya zindibûna çeteyên DAIŞ’ê ye.

Parlamentera Ewrûpayî Kati Piri di nirxandinên xwe de got: “Gotin herêma ewle ye, lê vegeriya herêma şer. DAIŞ’iyên girtî reviyan. Koçber ji nedîtî ve hatin ditin û Rûsiya li herêmê giranbûnek bi dest xist.”

Parlementeran anîn ziman ku divê Yeketiya Ewrupa serî ji gefan re netewîne û Bruksel weke aktoreke sereke tevger bike.

Civîn 3 saetan dewam kir û piraniya parlementeran tevgerek leşkerî û bêdengiya Yekîtiya Ewrupa ya ji bo vê rewşê şermezar kirin.

Dîsa gelek parlamenterên ku axivîn jî xwestin ew fona ku ji bo tirkiye dihate dayîn were rawestandin û bernamzetiya tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewrupa jî yekser were sekinandin.

Her wiha parlementeran xwestin di aliyê aborî de jî cezayan li ser tirkiyê bibrin.

Parlementeran destnîşankirin kirin ku li herêmên ku şer lê tê kirin xiristiyan têne tinekirin.

Bi taybetî jî parlementera Portekîzî Isabel Santos balkişand li ser zindikirina DAIŞ’ê ya bi êrîşa dagirkeriya dewleta tirk re û wiha got:

Nabe ku em bêdeng bin, ewlehî û serxwebûna me di metirsiyê de ye. DAIŞ dibe ku careke din bi hêz bibe. Em tevgereke leşkerî şermezar dikin. Divê cezayên aborî werin ferzkirin û pêwiste em bi hevre tevger bikin.

Parlementerên Parlamena Ewrûpayê roja pêncşemê di Konseya Yekgirtî ya Ewrupa de têkildarî mijarê wê pêşniyarekê bêxin dengdanê.

Leave a Reply

Back to top button