NATO: Divê şer raweste û agirbest rêya çareseriyê be

Piştî civîna Soçiyê ya der barê rewşa bakur û rojhilatê Sûrî de, agirbestek din hat ragihand ku tê de gelek rêkar li ser rûyê erdê çêbibin.
Rejîma Sûrî niyeta xwe ya avakirina hinek navendên çavdêriyê li ser sînor tîne ziman.
Her wiha dewleta Tirk jî dixwaze heman gavê biavêje.
NATO û Emerîka jî ji bo avakirina herêmeke parastina navdeweletî li ser sîrnor bi erênî lê temaşe dikin.

Piştî hevdîtina duh li Soçiya Rûsyayê di navbera Rûsiya û Tirkiyeyê de pêk hat, demekî nû ji agirbesta berî çend rojan re hat danîn.

Ji bo vê jî, Nûnerê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku pir zû ye ew behsa encamên lihevkirina Tirkî-Rûsî bikin û got:

Em karin xwe bispêrin lihevkirina Emerîkî-Tirkî ya agirbestê ku ew bixwe dê me bigihîne çareyeke siyasî.

Divê despêkê şer raweste û piştre em ji bo çareseriyê danustandinan bikin.

LIHEVKIRINA RÛSÎ-TIRKÎ
RÛSYA: WÊ REJÎMA SÛRÎ 15 NAVENDÊN ÇAVDÊRIYÊ LI SER SÎNOR AVA BIKE

Li ser bingeha vê lihevkirinê jî, îro wezareta parastinê ya Rûsî ragihand ku artêşa Sûrî bi niyet e 15 navendên çavdêriyê li seranserî sînor ava bike.

Li gorî wezaretê, ev navend dê li gorî lihevkirina Tirkî-Rûsî bin.

Girêdayî heman tiştî, îro hinek çavkaniyên ewlehî yên Tirkiyê ragihand ku Enqere plana xwe ya avakirina 12 navendên çavdêriyê li xaka Sûrî dinirxîne.

ERDOGAN:
NABE HÊZÊN QSD’Ê LI JÊR SÎWANA REJÎMÊ, LI SER SÎNOR BELAV BIBIN

Dawîn lihevkirin dibêje ew ê hêzên Rûsî li gel rejîma Sûrî li ser sînor bi cih bibin, lê serokê Tirkiyê Erdogan ji hevpîşeyê xwe yê Rûsî re got,

Ew ê nehêle hêzên QSD’ê di bin sîwana rejîma Sûrî de li ser sînor belav bibin.

Ji bo pêşinyara Almanya ya avakirina herêmeke parastina navdewletî jî bersiv hebûn.

HERÊMA PARASTINA NAVDEWLETÎ
NATO Û EMERÎKA AVAKIRINA VÊ HERÊMÊ ERÊNÎ DINIRXÎNIN

Nûnerê giştî yê NATOyê got, eger ev gav aştiyê pêk werîne, em ê erê bikin.

Her wekî nûnera Emerîkî ya di NATOyê de jî, erêkirina welatê xwe ji bo vê herêmê anî ziman û dazanîn ku dibe ku welatê wî beşdarî vê projeyê nebe.

Leave a Reply

Back to top button