Meclîsa Navçeya Serê Kaniyê: Em herêma di bin dagirkeriya artêş Tirk de qebûl nakin

Meclisa Navçeya Serê Kaniyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew herêma dagirkeriyê ku dewleta Tirk bi navê “herêma ewle” bi nav dike qebûl nakin.

Meclisa Navçeya Serê Kaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê Hesekê daxuyaniyek girseyî da.

Hevseroka Meclîsa Serê Kaniyê Fadiya Îbrahîm daxuyanî xwend û diyar kir ku ew êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û sûcên wê yên şer yên li dijî zarok, jin û sivîlan şermezar dikin.

Meclisa Serê kaniyê destnîşan kir ku ew aşîtîxwaz in, şer naxwazin û parçekirinê û dagirkirinê red dikin.

Meclisê destnîşan kir ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a bi navê “herêma ewle” de red dikin û xwestin ji bo pêşî li dagirkeriyê were girtin cih û warên di bin çavderiya dewletên cîhanê de be.

Leave a Reply

Back to top button