Li Kampa Holê – jinên DAIŞ’î vê hewldan penaberek Îraqî bikûjin

Bi êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî re, li kampên lê dimînin hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên rev û aloziyê zêde bûn.
Jinên DAIŞ`î yên li kampa Holê vê carê jî hewldan ku panaberekî Iraqî bi kêrê bikujin.

Jinên DAÎŞ’î yên li kampa Holê, îro hewl dan benaberê Iraqê yê bi navê Nasir Nazim Nafî yê 40 salî bi kêrê bikujin.

Berpirsê Ewlehiyê yê kampê der barê bûyerê de diyar kir ku piştî ku ji konên derdorê agahî bihîstine, yekser çûnê cihê bûyerê û dîtine ku jinên DAIŞ’î êrîşî penaberê Iraqî dikin.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de Nasir Nazim Nafî ji qirk û piyê xwe giran birîndar bûye.

Piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Kampa Holê bi deste DAIŞ’iyan gelek bûyerên kuştin, birîndarkirin û êşkencekirinê qewimîn.

Di demên dawî de ciwanekî Iraqî û jinekî Endonezî ji aliyê jinên DAIŞ`î ve hatibûn kuştin.

Leave a Reply

Back to top button