Alî Wazîr li dijî dagirkeriyê pêşiya NY xwe şewitand

Ji bo şermezarkirin êrîşên dewleta tirk û bêdengiya aziyên navnetewî yên li dijî van êrîşan ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê bedena xwe da ber agir.

Li gorî agahiyên Ajansa Reutersê ciwanê bi navê Alî Wazîr ê 31 salî ye û ji bajarê Hesekê, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî agir berda bedena xwe.

Berdevkê polîsên Cenevreyê diyar kir ku ciwanê xwe şewitandiye ti name li pey xwe nehêştiye.

Piştî ku Alî Wazîr xwe şewitand bi helîkopterê ew birine nexweşxaneyê.

Bijîşk diyar kirin ku rewşa wî giran e û ji sedê 80 bedena wî şewîtiye.

Birayê Alî Wazîr anî ziman ku ji ber dagirkeriya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî Wezîr gelekî bi hêrs bû û jê pirskiriye bê çima Neteweyên Yekbûyî li dijî dagirkeriyê bêdeng dimîne.

Alî Wazir bavê 2 zarokan bû.

Leave a Reply

Back to top button