Li gundê Gozelê yê Til Temirê – di encama tegîna mayîna artêşa Tirk de zarokek jiyana xwe ji dest da

Leşker û çeteyên dewleta Tirk piştê dagirkeriya xwe ya li heremê sivîlan dike armanc. Çeteyên dewleta Tirk li gundê Şiblêyê yê Til Temirê 7 sivîl revandin û li gundê Gozelê jî ji ber mayîna çeteyên dewlet Tirk zarokek jiyana xwe ji dest da û temen mezinek jî birîndar bû.

Mayînek artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Gozelê yê Til Temirê bi zarokê bi navê Cuma El-Hisên ê 11 salî ve teqiya.

Di encamê de jiyana xwe ji dest da û bapîrê wî Heza Mistefa yê 60 salî birîndar bû.

Zarokê bi navê Mihemed û bapîrê wî ji gundê Lîlan in. Li dora gundê Gozelê pez diçêrandin.

Heza Mistefa ji nexweşxaneya watanî ya bajarê Hesekê re hate veguhestin.

Her wiha li gundewarê Girê Spî çeteyekî girêdayî “El-Cebha El-Şamiya” dema ku mayîn bi cih dikir mayîn di wî de teqiya, di encamê de çete birîndar bûn û wî rakirin nexweşkaniye tirkî.

Li gorî agahiyên ketine ber destê me navê çete Ebû Cemal e di êrişên sala 2018’an ên li ser Efrînê de beşdarî wêrankirina goristana şehîdan bibû.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
LI GUNDÊ ŞIBLÊ YÊ TILTEMIRÊ 7 SIVÎL REVANDIN

Li gorî agahiyên ku Hêzên Asayîşa Til Temirê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker girtin ser gundê Şiblî yê Tiltemirê yê ku 15 km dûrî bajêrê Eyn Îsayê dikeve 7 kes ji gund revandin.

Navê kesên hatine revandin wiya ye:

Yûnis Xalid El-Qasim

Yûsif Şalîs El-Qasim

Ebdureheman Mehmûd El-Seyid

Ebû Satûr Ebû Yasir Togeya

Mihemed Ebû Yasir

Nasir El-Xidir û Xidir Fehed El-Asî

BERXWEDANA RÛMETÊ
ŞERVANÊN QSD’Ê LI GUNDÊ DIBIS Ê EYN ÎSA’YÊ LI DAGIRKERAN DA

Li hemberê van kiryarên dagirkeran şervanên QSD’ê jî çalakiyên xwe didomîn e.

Li gundê Dibis ê girêdayî Eyn Îsa dema ku çete xwastin keşfa rê bikin û pêşde biçin, şervanên QSD’ê bi çekên giran derb li çeteyên dagirker ên artêşa Tirk da.

Di encam de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button