Piştgiriya Berxwedana Rûmetê – di 2’yê Mijdarê de li tevahî Cîhanê çalakî pêk tên

Berxwedana Rûmetê li tevahiya cîhanê rastî piştevaniya mezin tê.
Di 2’ê Mijdarê de wê bi pêşengiya “Roja Berxwedana Dinyayê ya ji bo Rojava” li her derên cîhanê çalakî û xwepêşandan pêk werin.
Rêxistinê got, heta ku êrîş û komkujî hebin wê berxwedana me jî raneweste

Mîna ku 1’ê Mijdara 2014’an de ji bo Kobanê di asta navneteweyî de piştgirî pêk hat, wê îsal jî di 2’ê Mijdarê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di asta navneteweyî de çalakî çêbibin.

Çalakî wê bi pêşengiya World Resistance Day for Rojava (Roja berxwedana dinyayê ya ji bo Rojava) werin lidarxistin.

Platformê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dagirker, sûcên şer, komkujî û hewldanên guhertina demografîk ya artêşa Tirk û got, “Dewletên dinyayê biryar wergirtine ku vê yekê ji nedîtî ve bên.”

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Mirovên li çar aliyên dinyayê divê bêdeng nemînin û li dijî barbariya Tirkan serî hildin û rabin ser piyan. Em jî bang dikin ku 2’ê Mijdara vê salê bikin roja berxwedana navneteweyî ya li dijî êrîşên dagirker ên Tirk û herkes tevlî xwepêşandan û çalakiyên afirîner bibin.

Leave a Reply

Back to top button