Hemîd Hac Derwîş koça dawî kir îro sersaxiyê dest pê kir û sibe tê oxirkirin

Bînerên hêja em ê nûçeyek xemgîn bi we re parve bikin.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hac Derwîş koça dawî kir.

Piştî 89 salan Mamoste Hemîd Hac Derwîş çû ber dilovaniya xwedê.

Paratiya Pêşverû diyar kir ku “Sekretêrê wan û lawê gelê Kurd saet 2 nîvê şevê ji jiyanê bar kir”

Partiyê ragihand ku, wê merasîm roja Înê ji lîstegha şehîdên 12 Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê bike û roja înê saet 10 li gundê Qermanê yê Dirbêsiyê were oxirkirin.

Her wiha Partiya Pêşverû da zanîn ku wê sersaxî li bajarê Qamişlo ji îro de dest pê bike û heta 3 rojan dirêj bike.

Sekretêrê giştî yê Partiya Pêşverû Hemîd Hac Derwîş sala 1930 li gundê Qermanê yê Dribêsiyê hatiye dinê.

Hac Derwîş ji damezirênerên tevgera Kurdî li Sûrî ye û piştî gelek erkan di partî û rêxistinêN siyasî de, herî dawî weke Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûrî hat hilbijartin.

Leave a Reply

Back to top button