HPG:Li Qersê 15 leşker hatin kuşitn

Li Bakurê Kurdistanê jî gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyan pêk tîne.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Kaxizman ya Qersê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan çalakiyek lidarxistin. Di çalakiya sabotajê de 15 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke encama çalakiya gerîlayan pêk anîbû eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê;

Di Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger de ku li herêma Serhedê didome, hêzên me 21’ê Cotmehê danê sibê li navçeya Kaxizmanê ya Qersê li qada Geliyê Hacê çalakiyek sabotajê kirin.

Çalakî li dijî konvoyeke artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Di encama çalakiyê de wesayita zirxî bi temamî hate rûxandin, 15 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button