Yekîtiya Ewrupa Tirkiye hişyar kir: eskerên Tirk bila tavile ji herêmê vekişe

Yekîtiya Ewrûpayê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiye ku di 9’ê Cotmehê de dabû destpêkirin weke binpêkirina hiqûqa navnetewî bi nav kir û bi zimanekî tund şermezar kir.
YE pêşnûmeya ku li dijî Tirkiye helwest were nîşandan bi yek dengî qebûl kir û xwest tavile eskerên xwe vekişîne.

Di civîna Desteya Giştî ya Yekîtiya Ewrûpayê de dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Surî weke binpêkirina giran a li dijî hiqûqa navnetewî hate binavkirin û hat şermezarkirin.

Pêşnûmeya biryarê bi awayekî hevbeş hate amedekirin û hişyarî dan Tirkiye ku demildest eskerên xwe ji herêmê vekişîne.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ewlehî û aramiya herêmê dixe xeterê û rê li ber ji nû ve zîndîbûna DAIŞ’ê vedike.

YEKÎTIYA EWRUPA TIRKIYE HIŞYAR KIR:
DIVÊ HERÊMA EWLE DI BIN KONTROLA NY DE BE

Parlamenteran dan zanîn ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 300 hezar sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne û xwestin herêma ewle ya li Bakûr û Rojhilatê Surî were sazkirin di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de be.

Di biryarê de hat xwestin ku li dijî Tirkiye di warê aborî de helwest were nîşandan û boykota firotina çekan jî were berfirehkirin.

Endamên YE her weha piştgirî dan biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW ku ya derbarê lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yê dewleta Tirk de.

Leave a Reply

Back to top button