Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re xelkê Başûrê Kurdistanê û ciwanên wê jî tevlî xebatên seferberiyê bûn.
Li navçeya Seyidsadiq û navendên perwerdeyê yên Silêmaniyê ji bo xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî ku koçber bûne alîkarî hat komkirin.
Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê kampanya alîkariyê ya ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî ku 5 rojan dewam dikir îro bi dawî bû.
Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatiyên Seyiqsadiq beşdarî kompanyayê bûn.
Endamê kampanyayê Kara Mihemed encama kampanyayê ragihand û diyar kir ku alîkariya hatiye komkirin wê li Silêmaniyê radestî Heyva Sor a Kurd bikin.
Di kampanyayê de tevî 2 milyon 600 hezar dînar û buhayê 2 milyon dînar derman û pêwîstiyên tendûristiyê, cil û ber û pêdiviyên zarokan hatin komkirin.
NAVENDÊN PERWERDE YÊ LI SILÊMANIYÊ 251 MILYON DÎNAR ALÎKARÎ KOM KIRIN
Her wiha li 15 navend û 612 dibistanên girêdayî Rêveberiya Perwerdeya Giştî ya Silêmaniyê, 251 milyon, 316 hezar û 500 dînar alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin komkirin.
Kampaniya di 15’ê Cotmehê de hat destpêkirin û îro bi dawî bû.