Li Kampa Holê 5 jin û 18 zarokên DAIŞ’î hewl dan birevin

Piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Kampa Holê, çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi kuştin û revan di kampê de aloziyê derxînin.
35 malbatên DAIŞ’î yên ku ji kampa Eyn Îsa reviyabûn û 5 jin û 18 zarokên ku hewl dan ji kampê birevin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.
Ji aliyê din ve jinek DAIŞ’î di kampê de ciwanekî Iraqî kuşt.

Li Kampa Holê careke din jinên DAIŞ’î yên biyanî doh bi şev hewl dan birevin.

Berpirsên Ewlehiyê yên kampê diyarkirin ku tevî Elman, Tirk û Ozbek 5 jin û 18 zarok hewl dane di dîwarê kampê de rê vekin û ber bi sînorê Iraqê ve biçin, lê pêşî li wan girtine.

XETERIYA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê
35 MALATÊN DAIŞ’Î YÊN JI KAMPA EYN ÎSA REVIYABÛN HATIN GIRTIN

Her wiha 35 malbatên DAIŞ’î yên di dema êrîşa dewleta Tirk a li ser kampa Eyn Îsayê de reviyabûn hatin girtin.

20`ê Cotmehê jî hewldanên 32 jinên DAIŞ’î ku dixwestin ji kampê birevin, hatibû astengkirin.

Her weha 19`ê Cotmehê jî 14 jinên DAIŞ`ê û tevî 21 zarokên çeteyên DAIŞ`î yên ji dewletên cûda hewl dabûn ku birevin.

XETERIYA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê
JINEKE DAIŞ’Ê CIWANEKE IRAQÎ LI KAMPA HOLÊ KUŞT

Ji aliyê din ve jineke DAIŞ’î ciwanekî Iraqî yê bi navê Elî Hemûd ê 25 salî ku li Kampa Holê dima kuşt.

Doh jî jineke DAIŞ’î hewl dabû li heman kampê ciwanekî Iraqî bikuje.

Leave a Reply

Back to top button