Çeteyan li Girê Spî sivîlek revandin, 5 milyon pere xwestin

Mîna li Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên der mirovî ji revandin, kuştin, talankirin li Girê Spî jî didomînin.
Çeteyên “Ehrar El-Şerqiye” yên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlek revandin.

Çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye îro di saetên sibê de ciwanê bi navê Sebrî Osman (24) ji mala wî ya li gundê Til Finder ê Girê Spî bê sedem, revandin.

Li gorî çavkaniyan, diyar kirin ku çeteyan li beramberî serbestberdana wî nêzî 5 miliyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwestine.

Di heftaya derbasbûyî de çeteyan ciwanê bi navê Hesan Celal El-Eyaf û Abdullrehman Celal El-Eyaf ji gundê El-Menqelê yê bakurê navçeya Eyn Îsayê revandin.

Li bermberî serbestberdana wan 12 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wan xwestine.

Şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê banga derbasbûna hêzên navdewletî û komîteyên şopandina rastiyê ji bo herêmên hatine dagiarkirin kirin.

Leave a Reply

Back to top button