QSD: Tirkiyê agibest bin pê dike û êrîşên xwe didomîne

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku, tevî biryara rawestandina şer hatiye dayîn, dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşan xwe dewam dikin.
QSD’ê bang li Emerîkayê kir ku erkên xwe bi cîh bîne û êrîşan rawestîne.

Bervdekê QSD’ê Kîno Gabriyêl bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku, dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnagere û got, “Dewleta Tirk berpirsê binpêkirina agirbestê ye”

Gabiryêl bibîr xist ku, tevî wan hevpeyman bi cih aniye û hêzên xwe ji herêmê vekişandin e, dewleta Tirk li ser gel şerê qirkirinê pêk tîne.

Berdevkê QSD’ê da zanîn ku, vê sibehê, çeteyan bi çekên giran êrîşî gundên Menacîr, Esediyê û Mişrafa yên Serê Kaniyê kirin.

Ji lewre, sivîl ji hersê gundan koçber bûn.

Di heman çarçoveyê de jî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser Tiwitterê teqez kir ku, tevî Tirkiyê ” bidawîkirin operasyona leşkerî” ragihandaye jî lê belê di binpêkirinên xwe dewam dikin û êrîşan li ser herêmê Rojhilatê Serê Kaniyê pêk tînin.

Piştî bangkirina berdevkê QSD’ê li Emerîkayê, Ebdî jî bang li garanatorên rawestandina şer kir ku berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin û êrîşan rawestînin.

Her wekî wê jî, berpirsê têkiliyên QSD’ê Rêdûr Xelîl jî teqez kir ku, Emerîka misogerkera vê agirbestê ye û divê demlidest êrîşan rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button