QSD: Herî kêm 31 çete û leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên dewleta Tirk yên di 24ê Cotmehê de pêk hatibûn û bersîva şervanên QSD ya ji van çalakiyan re eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku di roja 15’emîn a Berxwedana Rûmetê de herî kêm 31 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û binpêkirina “agirbestê” şervanên QSD’ê mafê xweparastinê bikartînin û bersîv didin.

QSD’ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî vê;

Li eniya Serêkaniyê êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê dewam dike.

Hêzên dagirker hewl dan bi çekên giran û erebeyên zirxî êrişî gundê Cafa bikin, lê şervanên QSD bersîv dan û êrîş şikandin.

Di encamê de 6 çete hatin kuştin.

Li xeta gundê Elokê jî artêşa dagirker bi balafirên bê mirov êrîşî herêmên sîvîl kir.

Li eniya Kobanî û Eyn Îsayê artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundên Evdikê, Bir Kîno, Qandiriyê û Cûdeydê.

Şervanên QSD bersiv dan û şerekî giran rû da. Di vî şerî de şervana YPJ Amara şehîd bû.

Li gundê Evdikê şervanan bersiveke dijwar dan hêzên dagirker û şer heta derengiya şevê dewam kir.

Di encamê 25 çete hatin kuştin, 20 birîndar bûn, tank û panzêrek jî hate teqandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de herî kêm 31 çete hatin kuştin û 2 erebe hatin teqandin.

QSD diyarkir ku di encama vê berxwedanê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Leave a Reply

Back to top button