Mîna li Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî jî dest bi sûcên dijî mirovahî, kuştin, revandin û talankirinê kirin, çeteyan karmendekî nexweşxaneya Silûkê jî qetil kir.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker karmendekî nexweşxaneya bajarokê Silûkê ya Girê Spî qetil kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê xebatkarê hatî kuştin, Mihemed Bozan Seîdî ye.
ÇETEYAN LI GIRÊ SPÎ SIVÎLEK REVANDIN, 5 MILYON PERE XWESTIN
Çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye îro danê sibê ciwanê bi navê Sebrî Osman (24) ji mala wî ya li gundê Til Finder ê Girê Spî revandin.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku çeteyan ji bo serbestberdana wî ji malbata wî nêzî 5 milyon lîreyên Sûrî xwestine.
Hefteya borî jî çeteyan ciwanê bi navê Hesan Celal El-Eyaf û Abdullrehman Celal El-Eyaf ji gundê El-Menqelê yê Eyn Îsayê revandin.
Ji bo serbestberdana wan jî çeteyan 12 milyon lîreyên Sûrî ji malbatên wan xwestine.