Senherîb Bersûm: Êrişa Tirkiyê hebûna Suryanî û dêrên wan dike xeteriyê

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm diyar kir ku dêrên wan niha di xeteriyê de ne û got:
Êrişa dewleta Tirk a dagirker hebûna gelê Suryan tehdîd dike. Tirkiye lihevkirinan binpê dike. Divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm der barê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê de axivî û ev êrîş weke xetereyek herî mezin ya li dijî hebûna gelê Suryan bi nav kir.

Bersûm got, “Di encama êrîşan de bi taybet li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî koçberiyek mezin çêbû. Ev şer wê li herêmê bi giştî tinebûna gelê me bi xwe re bîne. Ev jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Bersûm destnîşan kir li Serêkaniyê cihên olî yên Suryanan rastî êrîşên çeteyan hatin, niha di nav xeteriyê de ne û çaranûsa wan di destê çeteyên dewleta Tirk de ye.

Bersûm bal kişand ser plana guhertina demografiya herêmê ya Erdogan û got:

“Ew li dijî tevahiya kêmnetewan e. Ev guhertina demografîk xeteriya herî mezin a li jî gel û herêmên me ye. ”

SURYAN BERSÛM:
DIVÊ DAGIRKERÎ Û SÛCÊN ŞER YÊN DEWLETA TIRK WERIN RAWESTANDIN

Senherîb Bersûm balkişand ser kirinên çeteyên Tirkiyê yên dermirovî û diyarkir ku lîstina bi cenazeyan û komkujiyên ku rû didin asta kîna û fikrê tarî yê çeteyan a li dijî gelê herêmê nîşan dide.

Bersûm weha got:
“Ev kirîn metirsiyê vegera çeteyan û dagirkeriyê di hişê gel de çêdike.

Ji ber dagirkeriya deweleta Tirk hebûna me di xetereyê de ye. Daxwaza me ew e ku bi lezgînî dagirkeriya dewleta Tirk were rawestin û em bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe. Em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku sûcên şer yên Tirkiyê bi dawî bikin.”

Leave a Reply

Back to top button