Encamnameya 19. Civata Giştî ya KNK’ê hate weşandin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku azadî û statuya Rojavayê Kurdistanê pêşerojeke Kurdistaniyan hemûyane û yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastinê pêwîst e.
KNK’ê encamnameya 19. civata xwe ya giştî ku di navbera 18 û 20’ê Cotmehê de bi tevlîbûna 350 endam û mêvanan li Hollandayê lidarxistibû eşkere kir.
KNK ragihand ku erîşên dagirker yên dewleta tirk a li ser Rojavaya Kurdistanê mijara sereke ya Civata Gîştî bû û hemû beşdarên kongreyê ev weke erîşeke li ser hemû nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê nirxandine helwesteke netewî û nîşan dane û bi yek dengî gotine, “Azadî û statûya Rojavaya Kurdistanê, pêşeroja me hemî Kurdistaniyan e.”
Xalên serekê ku encamnameyê de derketin pêş weha ne:
*Têkoşîna Kurdan ya azadîyê bûyê sembola exlaq û wîjdana mirovahiyê û bûye malê Cihanê. Li her çar alîyên Cihanê gel dibêjin “Rojava ya me ye – Em Rojava ne.”
*Dewleta Tirk li dijî gelê kurd û hemû deng û rengên Rojava şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Di Şerê 3. yê Cîhanê de dixwaze li ser qirkirina kurdan û gelên herêmê, Mîsak-î Mîllî rewa bike û sînorê dewleta xwe fireh bike.
*Ji ber kurd bi berxwedana xwe planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk asteng dikin, dewleta Tirk niha li Rojava û Başûrê Kurdistanê di nav şer de ye û dixwaze şerê birakujiyê pêş bixe.
*Bi êrîşên dawî eşkere bû ku, Kurdistan navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e. Di avakirin û têkçûna hevsengîyên sîyaseta herêmî û navdewletî de, helwest û sekna Kurdan dîyarker e. Derfetên ku Kurd bibin xwedî statû, pir zêde ne.
“YEKÎTIYA NETEWEYÎ JI BO PARASTINÊ ÊDÎ NEÇARÎ YE”
*Pêwîstîya yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastina gel û welêt mecbûrî ye. Ji bo stratejiyek hevbeş a Kurdan derkeve holê, pêwîst e di demeke kurt de konferansek yekîtîya neteweyî pêk were.
*19. Civata Gîştî ya KNKê ji bo lidarxistina konferansek neteweyî erk û berpirsyariya bangewaziya hemû partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê hilda ser xwe.