Jaffrey: artêşa Tirkiyê sûcên şer kirine

Nûnerê taybet yê DYE James Jaffrey diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî de sûcên şer kirine.

James Jaffrey di Kongresa Emerîkî de axivî û got:

Me di êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ti baqijkirineke nijadî nedît, lê belê artêşa Tirk di êrîşên xwe de sûcên şer pêk anîn.

Jaffrey ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yê dewleta Tirk anî ziman ku berpirsên Emerîkî di vê mijarê de baldar in û der barê bikaranîna çeka kîmyewî a fosfora spî ya Tirkiyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nûnerê Emerîkî Jaffrey destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bikaranîna van çekên kîmyewî berpirsyar e û wan zelalkirinek jê xwestine.

Leave a Reply

Back to top button