QSD: Herî kêm 44 çete û leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD`ê, encama şerê Berxwedana Rûmetê ya 16`emîn eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku şervanên van bersîv dane êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê û herî kêm 44 çete û leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD`ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir..

Li gorî daxuyaniyê;

Li eniya Serêkaniyê artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekêngiran û balafirên bê mirov êrîşî gundên Esediyê, Menacir, Gozeliyê, Erbeîn û Leylan kir.

Bi taybet di xeta gundê Menacir bi balafirên bêmirov ve 15 caran hate bombebarankirin.

Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de 2 wesaîtên çeteyan hate ruxandin 13 leşker û çete hatin kuştin.

Li eniya Kobanî û Eyn Îsayê artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Evdikê, Mişrefa.

Hêzên QSD’ê di çerçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşên dagirkeran û di encamê de 3 wesaîtên zirxî hatin rûxandin, wesaîtek hate derbkirin û herî kêm 31 çete hatin kuştin.

Di encama şerê 24’an de bi giştî 44 çete hatin kuştin û hejmarek zêde jî brîndar bûn.

Di van êrîşên dijwar de 3 şervanên QSD’ê bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 4 şervanên QSD jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button