HPG:Li Heftanîn, Colemêrg û Îdirê 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li Heftenîn, Colemêrg û Îdirê çalakî lidar xistin, di van çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê da zanîn ku gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Bêrîtan ku 25’ê Cotmeha 1992’an şehîd bû hin rêzeçalakî lidarxistine û ev agahî par ve kir:

24’ê Cotmehê hêzên YJA-Starê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Partîzan bicih bûbûn çalakiyek lidar xistin.

Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar bûne nehate zelalkirin.

23’ê Cotmehê jî li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Afat a girêdayî Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk hat.

Di vê çalakiyê de çeperek a dijmin hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran derdor dan ber guleyan û helîkopteran kuştî û birîndarên xwe rakirin.

24’ê Cotmehê YJA-Star kulubeyek nobedariyê ya qereqola Axûra ya girêdayî navçeya Başan a Îdirê kirin hedef û di çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button