NÛNERÊ NÛ YÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIYAR BÛ

Ger bi vî awayî bidome, di dîroka modern de şerê Sûriyê wê bibe dirêjtirîn şerê navxweyî.

Cara Pêncê ye ku Neteweyên Yekbûyî Nûneran ji çareseriya aloziya li Sûriyê erkdar dike.

Vê carê jî dîplomatê Nerwîçî Geir Pedersen şûn nûnerê berê Staffan De Mistura hatr erkdarkirin.

Zêdetirî 7 sal in şerê li Sûriyê rûdide..

Di dîroka modern de şerê Sûriyê weke dirêjtirîn şerê navxweyî ye..

Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şer ve bi erkdarkirina nûneran di hewildana çareseriyê de bû..

Vê carê jî Nûnerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutteres di civîna Konseya Ewlekariya Navdewletî de biryara erkdarkirina dîplomatê Nerwîçî Geir Pedersen şûn nûnerê berê Staffan De Mistura weke nûnerê Sûriyê yê nû da.

Antonio Gutteres got;

“Biryar di encama danûstandina de pêk hat.

Birêz Pîdersin wê ji çareseriyeke demokratîk li gorî hêviyên gelê Sûrî bixebite.”

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku erkdarkirina Pedersen ku niha sefîrê Nerwîçê yê li Çînê ye, ji aliyê pênc dewletên endam Rûsya, Emerîka, Çîn, Fransa û Birîtaniya ve hat erêkirin.

Dîplomatê Swêdî Staffa De Mistura 10’ê Îlona 2014’an wekî Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê hatibû erkdarkirin..

Ta niha bi ya nû ve 5 kesên dîplomat ji bo nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê hatine erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button