Le Point: Dewleta Tirk li Sûriyê paqijiya etnîkî dike

Kovara Le Point a Fransayê di hejmara xwe ya beriya niha de ji bo Erdogan gotibû ‘Dîktator’.
Kovarê vê carê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de dosyayek ji 15 rûpelan amade kir û ji bo Erdogan got, “Ne tenê dîktator e, her wiha kokê jî qut dike.”

Kovarê wêneyekî Erdogan ê bi silava leşkeriyê bi kar anî û gotina, “Rêveberiya Erdogan a ku kokê qût dike, paqijiya etnîkî dike” nivîsî.

Kovarê pirsa, “Gelo em ê destûrê bidin ku Kurdan qetil bike û gefê li Ewrûpayê bixwe?” kir û bi 15 rûpelan qala dagirkerî û qirkirina li dijî Kurdan kir.

Rêveberê kovarê Gernelle der barê hejmara dawî ya kovarê li ser Twitterê peyamek weşand û ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker got:

“Operasyona dewleta Tirk a li Sûriyê tê kirin, operasyona paqijiya etnîkî ye.”

Leave a Reply

Back to top button