Li gundê Recam ê Eyn Îsa artêşa Tirk sivîl gulebaran kir, 6 kes bîrîndarbûn

Rejîma Tirk a dagirker li gundê Recam ê Eyn Îsa malbatek kir hedef û lêdan, 4 jê zarok 6 kes birîndar bûn.

Artêşa tirk a dagirker li gundê Recman a dikeve bakurê Eyn Îsa gule li malbatekê reşand.

4 jê zarok 6 kes birîndar bûn.

Temenê zarokan di navbera 4-10 saliyê de ne.

Dê û bav di nav de rewşa 5 kesên giran rakirin nexweşxaneya Reqayê.

Navê birîndaran jî wiha ne:

Dayîk Senaa, bav Ehmed, zarok Mihemed, Mehmûd, Cudî û Mistefa ne.

Li aliyekî din di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Menacîrê de 2 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.

Leave a Reply

Back to top button