Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Rêber Apo hate kirin

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ hatiye birêxistinkirin li Parîsê destpê kir.
Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfa ji bo wan têne nîqaş kirin.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ hatiye organîzekirin li paytexta Fransa Parîsê destpê kir.

Konferana Ciwanan a Cîhanê li ser bingeha konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê tê lidarxistin

Konferans wê sê rojan dewam bike. Ji çar aliyên cîhanê bi sedan ciwan û zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan tevlî dibin.

Konferans bi dirûşma ‘Em ê dîrokê binivîsînin – Têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare bê astengkirin’ pêk tê.

Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst tê nîqaş kirin.

Her wiha wê pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm, perwerde, di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn û gelek mijarên din werin nîqaş kirin.

Florîan Andre ku di destpêka konferansê de axivî qala girîngiya kongferansê kir got:

“Em vê konferansê diyarî rêberê vê şoreşê Abdullah Ocalan dikin ku li Îmraliyê di tecrîdê de ye.”

Florîan Andre diyar kir êdî dem hatiye ku ciwan ji bo derketina ji tarîtiyê pêşengiyê ji civakê re bikin.

Berpirsyarê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Lubnanê jî got:

“Têkoşîna me ya ji bo azadiyê wê dewam bike.”

Piştre peyamên Yekîneyên Parastin yên Jinê û Komuna Enternasyonalîst a Rojava hate nîşandan.

Di peyamê de banga bilind kirina berxwedan û têkoşînê hate kirin.

Ji Tevgera Sosyalîst a Efrîkaya Başûr Nehlalî Bassûm jî peyamek ji konferansê re şand û got:

“Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin. Bi hezaran di nava şert û mercên nebaş de ne.

Sîstema heyî naxwaze ciwan rabin ser piyan. Em dixwazin civakeke wekhev ava bikin.”

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker jî peyamek bi dîmen ji beşdarên konferansê re şand û got:

“Lêgerînên me lêgerînerên jiyana azad in.

Lewma civîneke bi vî rengî wê serketineke mezin bi xwe re bîne.”

Li paytexta Fransayê Konferansa Ciwanan a Cîhanê destpê kir

Back to top button