Karawanek hêzên Emerîkî derbasî Dêra Zorê bû

Emerîka ragihandibû ku wê hejmarek leşkerên xwe ji bo parastina petrolê li Rojhilatê Sûrî bihêle û bi hêz bike.
Piştî vê daxuyaniyê doh derengiya şevê konvoyeke hêzên Emerîkî derbasî axa Sûrî bûn û berê xwe da herêma Dêra Zorê.

Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûrî diyar kir ku, tevî biryara vekişînê ji Sûriyê, karwanekê Emerîkî doh nîvê şevê ji Başûrê Kurdistanê di dergehê Welîd re derbasî axa Sûrî bû.

Hat diyarkirin ku karwana Emerîkî ji dehan alavên leşkerî û lojîstik pêk dihat û li baregehên Emerîkî yên li Dêra Zorê bi cih bûn.

Bi biryara Serokê Emerîka Donald Trump, piraniya hêzên Emerîkî xwe ji Sûriyê vekişiyabûn.

Lê belê piştî wê, Trump û Pentagonê eşkere kir ku, wê hindek leşkerên xwe ji bo parastina petrolê li Rojhilatê Sûrî bihêlin.

WEZARETA PARASTINÊ YA RÛSYA:
TIŞTA EMERÎKA DIKE LI SER ASTA DEWLETÊ TALANÎ YE

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî li ser vê gava Emerîkayê bertek nîşan da û ragihand ku, tiştê ku Emerîka li Sûriyê dike, desteserkirin û talaniya li ser asta dewletê ye.

Her wiha wezareta Rûsî Emerîka bi dersînorkirina Petrola Sûrî tewanbar kir.

Leave a Reply

Back to top button