Heyva Sor a Kurd Sara ya birîndar şandin Başûrê Kurdistanê

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker de ku 10’ê Cotmehê li bajarê Qamişlo li ser sivîlan kiribû zarok jî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Yek ji van birîndaran jî Sara Yûsîv a 7 salî bû û di êrîşan de lingê xwe wenda kir.
Heyva Sor a Kurd ji bo dermankirinê Sara şand Başûrê Kurdistanê.

Ji 9’ê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

10’ê Cotmehê jî dewleta Tirk a qirker taxên bajarê Qamişlo yên weke Zeytûniyê, Xerbî, Bişêriyê û Qidûrbeg yên sivîlan topbaran kir.

Di van êrîşan de zarok jî hatin kuştin û birîndar bûn.

Mihemed Yûsiv yê 12 salî di van êrîşan de şehîd bû û xwişka wî ya Sara Yûsiv a 7 salî jî giran birîndar bû û lingê wê yê rastê jê kirin.

Bi koordîneya Rêveberiya Xweser, vê sibehê Heyva Sor a Kurd, ji bo dermankirinê Saraya piçûk rakirin Başûrê Kurdistanê.

Doktoran diyarkirin ku rewşa deroniya Sara xerab e û her tim lingê xwe dixwaze.

Leave a Reply

Back to top button