Konferansa Ciwanan a Cîhanê bi encamnameyê bi dawî bû

1. Konferansa Ciwanan a Cîhanê li Parîsê di roja 3. de bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di roja dawî ya konferansê de qala girîngiya şoreşa rojava ya ji bo jinan hate kirin.
Û ji bo azadiya Rêber Apo peyama mezinkirina têkoşîna a li çar hêlên cîhanê hate dayîn.

Konferansa Ciwanan a Cîhanî ku ji aliyê tora “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ve hat organîzekirin, li paytexta Fransa Parîsê ,bidawî bû.

Ji gelek welatên parzemînên Asya, Afrîka, Ewropa, Emerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn zêdeyî 350 ciwa beşdar bûne.

Di konfiransê de ciwanan gelek mijar nirxandin.

Bi taybetî jî li ser mijara ji bo siberojeke azad û avakirina yekîtiya ciwanên cîhanê sekinîn.

Piştî niqaşên sê rojan 1. Konferansa Ciwanan a Cîhanê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hin xalên encamnameyê wiha ne.

  • Di çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya Rêber Apo , em beşdarbûna xwe radigihînin.
  • Em ê ji bo pêşxistina yekitiya tevahî têkoşîn û berxwedanên li cîhanê kar bikin.
  • Çareseriya qeyrana heyî ya cîhanî wê bi avakirina cîhanekê nû, demokratîk û bi edalet were pêkanîn.
  • Hevbeşiya me ya esasî dijbertiya kapîtalîzmê ye.
  • Pratîka me ya hevpar li ser bingeha enternasyonalîzmê pêşdikeve.
  • Em yekitiya gelan weke nirxekê esasî ya insyatîfa xwe destdigirin.
  • Em ê li hemberî hemû cureyên zordestiyê, têkoşînê bikin.
  • Em ê bi xurtî li kêleka gelên têkoşer bisekinin û piştgiriya xwe bi hemû têkoşînên şoreşger re radigihînin.

Konferansa Ciwanan a Cîhanî di roja 3.de dewam dike

Back to top button