QSD: Herî kêm 29 çete û leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, encama şerê roja 17`an a Berxwedana Rûmetê eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku şervanên wan di çarçoveya parastina rewa de bersîv dane êrîşên dagirker ê artêşa Tirk û çeteyên wê û herî kêm 29 çete û leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gor vê,

Li eniya Serêkaniyê êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Menacir, Esediyê, Leylan û Bîr Nûh dewam dike.

QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan û di encam de herî kêm 10 çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn, panzerek û doçkayek jî hate rûxandin.

Hêzên dagirker hewl dan bi çekên giran û erebeyên zirxî êrişî gundê Cafa bikin.

Li xeta Amûdê û Dirbêsiyê jî artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser gundê Derdara, lê belê şervanên QSD’ê ev êrîş şikandin.

Wekî din li eniya Kobanê û Eyn Îsayê artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, û balafirên bê mirov êrîş birin ser gundên Çelbê, Dibis, Xirbet Faria, Mitmeşrak û Evdikê Biçûk.

Lê piştî şerên dijwar şervanên QSD’ê bi berxwedana xwe ev êrîş şikandin.

Bi qasî ku hate zelalkirin19 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn, 2 panzer hatin rûxandin û yek jî hat derbkirin.

Di encama bi giştî ya roja 17’emîn de herî kêm 29 çete hatin kuştin, hejmarek zêde brîndar bûn, 4 westaîtên leşkerî hatin rûxandin û yek jî hat derbkirin.

Di vê berxwedanê de şervanekî QSD’ê bi lehengî şer kir û şehîd ket, 11 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button