FOZA YÛSIF: EV ÊRÎŞ NE TENÊ LI DIJÎ QSD’Ê LI DIJÎ KOALÎSYONA NAVDEWLETIYE

Endama Rêveberiya Xerser ya Bakur û Rojhelatî Sûriyê Fewza Yosef got:

“Êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û Girê Spî ne tenê êrîşa li dijî QSD’ê ye, di heman demê de êrîşên li dijî koalîsyona navdewletî ye jî.”

Foza Yûsif li ser malpera xwe ya tora civakî diyar kir ku armanca êrîşên li ser herêmên Rojhilatê Firatê ew e ku dirêjkirina temenê çeteyê DAIŞ’ê ye û got:

“Armanca van êrîşna ew e ku hêza QSD’ê belav bikin û ji armanca wan ya tunekirina DAIŞ bi dûr bixin.”

Êrîşên dewleta tirk ne tenê li dijî QSD’ê ye.

Di heman demê de êrîşa li dijî koalîsyona navdewletî û plan-nameya Pentagon ya şerê li dijî terorê ye.”

Di dawiyê de Foza Yûsif bang li koalîsyona navdewletî kir ku helwesta xwe li hember van êrîşan zelal bike û got;

Bêdengiya Koalîsyonê tê wateya zindîkirina DAIŞ’ê.

Leave a Reply

Back to top button