Jinên ciwan ên Qamişlo standa pirtûkên Rêber Apo vekirin

Yekîtiya Jinên Ciwan li ber navenda şehîd canwelat ya li bajarê Qamişlo standekî pirtûkan vekirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo di çarçoveyê pêngav cîhanî ya bi dirûşmeya ” ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” gelek çalakî li darxist.

Duh jî bi armanca belavkirina fikrên rêber Abdulah Ocalan di nava jin û civakê de standeke pirtûkan vekirin.

Di standê de gelek pirtûkên Rêber Apo yên bi zimanê kurmancî û erebî hatin belavkirin.

Standa pirtûkan rastî eleqeyeke mezin ya ciwanan hat.

Back to top button