UNICEF: Zêdtirî 80 hezar zarok ji ber êrîşan koçber in

Rêxistina UNICEF got, zêdetirî 80 hezar zarok ji ber êrîşên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî koçber bûn û ev yek weke rewşa herî xerab a mirovî ya cîhanê bi nav kir.

Nûnerê Rêxistina UNICEF’ê li Sûriyê der barê êrîşên dewleta Tirk de ji Radyoya Neteweyî ya Amerîkayê (NPR) re axivî.

Nûnerê UNICEF’ê Fran Aquisa destnîşan kir ku êrîşa dagirker ya dewleta Tirk, li Bakûr û Rojhilataê Suriyê bû sedema yek ji aloziya mirovî ya herî xirab û da zanîn ku bi sed hezaran kes koçber bûne ji van nêzî 80 hezar jê zarok in.

Fran Aquisa destnîşan kir ku wan dît ku heta niha 5 zarok hatin kuştin û 60 kes birîndar bûn û weha got:

Zarok di rewşeke pir xeter de ne, ji ber ew malbatên xwe dibînin di rewşeke xirab de dijîn, ku bi lez cihê xwe diguherin, her wiha ji bombebaran û kuştina ku dibînin jî ditirsin.

Leave a Reply

Back to top button