Şandeya Rêveberiya Xweser li gel parlamenterekî Belçîkayê civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer li Parlamentoya Federal a li Brukselê li gel parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Dr. Ebdulkerîm Omer axivî û behsa nebûna çareseriyekê ji kirîza sûriyê kir.

Omer bal kişand li ser êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha domand:

“Ev êriş yekser li dijî binesaziya herêmê bûn û bi milyonan welatî ji xizmetên jiyanî bê par man.

Li rex wê jî bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Girêdayî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî Omer ev nirxandin kir:

“Rêveberiya Xweser bi israr e ku dadgehan bi çavdêriya navneteweyî û bi awayekî zelal û aşkera pêk bîne.”

Ji aliyê xwe ve, Parlamenterî Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon jî axivî û destnîşan kir ku rewşa mirovî ji ber êrişên li dijî herêmê xirabtir bûye û got:

Ji ber hedefgirtina jêderên jiyanê yên sivîlan ji aliyê Tirkiyê ve em xemgîn û bi fikar in.

 

Back to top button