Serokê Rûsiya Putîn û Serokkomarê Fransa Macron têkildarî rewşa li bakurê Sûrî peywendiyek ya telefonî pêk anîn.
Koşka Kremlînê têkildarî hevdîtina Putîn û Macron bi daxuyaniyeke nivîskî agahî da.
Kremlînê regihand ku di peywendiyê de rewşa bakurû Sûrî, peymana di navbera Rûsiya û Tirkiyê ku li Soçî pêk anîn de hate nirxandin.
Kremlînê îdia kir ku Macron bi peymanê keyvxweşiya xwe aniye ziman û gotiye, wê ev yek rewşa li herêmê aram bike.
Her wiha têkildarî civîna 30 Cotmehê ku wê li bajarê Cenevere yê Îsviçre were lidar xistin û Komîteya Destûra Sûrî were nîqaşkirin jî hatiye nirxandin.