Şervanên QSD’ê li gundê Soda panzerek û doçkayek teqandin

Artêşa dakirker a tirkî û çeteyên DAÎŞ, El Nusra agirbest binpê dikîn û bi kordina teyare keşfê bi çekên giran êrîşî gundên Serê Kaniyê dikin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de êrîşa çeteyan di gelek xetan de têk çû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoye şerê îro yê li derdorê Serê Kaniyê eşkere kir.

Li gor vê:

Artêşa dagirker a tirk û çeteyên DAÎŞ, El Nusra agirbest binpê dikîn û bi kordina teyare keşfê bi çekên gran ji nîvro ve êrîşî gundê başûr û rojhilatê Serê Kaniyê kirin.

Şervanê QSD mafê xweyî parastina rewa bikar anîn û êrîşa çeteyan di gelek aliyan de jî şikand.

Di encama şerê heya neha de Şervanê QSD li gundê Soda erebeyeke doçka li ser barkirî û panzerek, li gundê Leylanê jî erebeyeke doçka li ser barkirî teqandin.

Hêjmareke zêde çete hatine kuştin.

Heta niha jî şer li van herêman dewame.

Leave a Reply

Back to top button