Berpirsekî Emerîkî ji Reutersê: Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî hat kuştin

Hêzên taybet ên Emerîkî serçeteyê DAIŞê Ebû Bekir el- Bexdadî di operasyonekê de kuşt.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê jî ev yek piştrast kir û got ew operasyoneke dîrokî serkeftî ye.

Tirsnaktirîn çete di cîhanê de hat kuştin.

Berpirsekî Emerîkî ji Reutersê re ragihand ku Emerîka operasyonek li dijî serçeteyê DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî pêk anî.

Li gorî agahiyan, Bxdadî di operasyonê de hat kuştin.

Her wekî du berpirsên Îranî jî ji Reutersê re ragihand ku çavkaniyin ji Sûriyê vê kuştinê piştrast dikin.

Berpirsekî Pentagonê anî ziman ku ev operasyon li ser bingeha agahiyên istixbaratî ku ji hêla ajansa istixbaratî ya navendî ya Emerîkî (CIA) hatine, pêk hat.

Kovara Newsweek a Emerîkî jî ev kuştin teqez kir û got ev yek ji aliyê hêzên taybet pêk hat ku şerekî demkurt rû da gava ew derbasî cihê wî bûn.

Ji aliyê xwe ve jî, tora CNN diyar kir ku serçeteyê DAIŞê kembereke teqîner bi xwe de teqand gava hêzên Emerîkî nêz bûn û da zanîn ku piştrastkirina kuştina wî jî li piştrastkirina DNA vedigere.

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
EV OPERASYON DÎROKÎ YE Û BI HEVKARIYEKÊ BI EMERÎKAYÊ RE PÊK HAT

Li gorî berpirsê Emerîkî, Bexdadî xwe teqand gava endamên malbata wî hazir bûn, lê ti zarok nehatin kuştin, tenê herdu hevjînên wî hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê jî bal kişand ser vê operasyonê û got:

Ev operasyonek dîrokî serkeftî ye û bi hevkariyekê bi Emerîkayê re pêk hat.

Ebû Bekir el-Bexdadî, navê wî yê resen Ibrahîm Ewad Ibrahîm Elî Mihemed el-Bedrî ye û mirovekî herî tirsnak di cîhanê de ye.

Leave a Reply

Back to top button