QSD’ê: Wê hêzên me dûrî sînor bikevin û li qadên nû bi cih bibin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku piştî danûstandinên bi Rûsyayê re, ew têkildarî lihevkirina Soçiyê gihaştin encamekê.
Li gorî vê QSD’ê ragihand ku ji bo rawestandina êrîşên Dewleta Tirk wê hêzên wan dûrî sînor li qadên nû belav bibe û hêzên parastina sînor ên Hikûmeta Sûrî li ser sînor bi cih bibin.

Fermandriya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, piştî nîqaşên berfireh ê li gel Federasyona Rûsyayê û li ser xalên ku berê erê nedikirin, gihaştin encama pêkanîna lihevkirina Soçîyê..

QSD’ê destnîşan kir ku, ji bo rawestandina êrîşên li dijî gel û rijandina xwînê, wê hêzên wan ji seranserî sînorê Tirkiyê û Sûriyê dûr bikevin û li qadên nû bi cih bibin.

QSD’Ê: WÊ HÊZÊN PARASTINA SÎNOR ÊN HIKÛMETA SÛRIYÊ LI HERÊMÊN SÎNOR WERIN BICIHKIRIN

Her wiha da zanîn ku wê hêzên parastina sînor ên Hikûmeta Sûriyê li herêmên sînor werin bicihkirin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de bang li Rûsya kir ku, bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de, bingeha diyaloga çêker ava bike.

Leave a Reply

Back to top button