WELATÊN CÎHANÊ KUŞTINA EL-BEXDADÎ BI QONAXA NÛ YA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê PÊNASE DIKIN

Der barê kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî de, gelek helwestên navdewletî derketin. Aliyan di bertekên xwe de ev operasyona ku bi kordîneyek hevbeş bi QSD’ê re encam dayî, pîroz kirin û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanul Macron diyar kir ku bi kuştina Ebû Bekir Bexdadî, derbeyeke biêş li DAIŞ’ê ket û bi qonaxeke nû ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi nav kir.

Wezîra Parastinê ya heman welatî Florence Barley li ser twittera xwe got:

El-Bexdadî hat kuştin, lê rêxistina wî bidawî nebû. Em bi hevkarên xwe re şerê li dijî DAIŞ`ê bidomînin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson jî li ser twitterê got: “Kuştina El-Bexdadî di şerê li dijî terorê de kêliyek girîng e. Lê şerê me li dijî DAIŞ`ê bi dawî nebûye.

Serokwezîrê Israîlê jî, Binyemîn Neteniyaho bi tiwîtekê, kuştina Bexdadî pîroz kir û bi Destkeftiyeke balkêş û mezin bi nav kir.

Li aliyekî din serokê herêma Başûrê Kurdistanê yê berê, Masûd Barzanî jî, tekez kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê divê bi awayekî ji berê bihêztir bê berdewamkirin, heta DAIŞ ji kok rabe.

Ji hêla xwe ve dewleta Behrênê jî û li ser zimanê wezîrê derve yê Behrênê, spasiya hevalbendên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir û destnîşan kir ku vê operasyonê pişta DAIŞ’ê şikand.

Lê Îranê û li ser zimanê wezîrê pêwendiyan a Îranî Mihemed Cewad Azarî operasyon bi tenazî bi nav kir ku got:

”Tiştekî nû çênebûye, tenê we afrînerê ku bi destê we afriye, kuşt.

Leave a Reply

Back to top button