MEZLÛM EBDÎ: BI KUŞTINA BEXDADÎ RE WÊ TEVGERA ŞANEYÊN VEŞARTÎ ZÊDETIR BIBE

Li aliyekî din Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî da xuyakirin ku piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî, nedûr e ku liv û tevgra şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê zêdetir bibe.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji ajansa Frans Press re axivî û got:

Tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê wê zêdetir bibe û ne dûr e ku êrîşî girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne bikin.

BERPIRSEKÎ PENTAGONÊ: ME RÊKARÊN AWARTE LI DIJÎ ŞANEYÊN VEŞARTÎ AMADE KIRINE

Ji aliyê xwe ve berpirsekî di Pentagonê de ragihand ku hêzên Emerîkî, piştî kuştina serçete Ebû Bekir Bexdadî, ji bo têkoşîna li dijî şsneyên veşartî yên çeteyên DAŞ’ê xwe amade dike.

Perpirse diyar kir ku hêzên Emerîkî li Sûriyê rêkarên ewrte ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê pêk tîne.

Berpirs tekez kir ku helebet piştî kuştina serçete Ebû Bekir Bexdadî wê livûtevgera şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê zêdetir bibe.

Leave a Reply

Back to top button