Aldar Xelîl: Ji bo rê li ber dagirkeriyê were girtin, QSD ji sînor dur dikeve

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl derbarê vekişîna hêzên QSD’ê ji sînor de da zanîn ku wê Rêveberiya Xweser wek xwe bimîne û got;
“Cih guhertina hêzên QSD’ê bi şertê ku Rusya garantiya Erdogan êrîş neke pêk hatiye. Piştî vê wê ti hêzek nêzî herêmên me nebe.
Rêveberiya leşkerî bajar û navçeyan bi parêze û her cihê hatî azad kirin wê wek xwe bimîne.”

Piştî peymanên ku Emerîka û Rûsyayê der barê sînorên Sûrî de bi dewleta Tirk re mor kiribûn, QSD’ê doh bi daxuyaniyekê diyarkir ku wê hêzên xwe ji ser sînor ber bi hinek cihên nû de bibin.

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl têkildarî mijarê axivî û li ser cihgunertina hêzên QSD’ê yên li nêzî sînor ev agahî dan.

Jî di dema borî de di navbera Tirkiye, Emerîka û QSD’ê de lihevkirinek bi navê parastina sînor hatibû kirin.

Daxwaz hatibû kirin da ku hêzên QSD’ê xwe ji sînor dûr bixin.

Piştî wê jî Rusya jî heman daxwazê kir.

Ji bo ku em niyetek baş nîşan bidin me durketina hêzên QSD’ê ji sînor qebûl kir.

Lê ev yek bi şertê ku Rusya garantiya Erdogan êrîş neke bide, hat qebûl kirin.

Aldar Xelîl anî ziman ku di rojên pêş de jî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji bo çareseriyê wê danûstandin pêk werin û hemû hewldanên wan ji bo pêşîgirtina dagirkeriyê ye.

ALDAR XELÎL: JI DERVEYÎ CIHÊN DAGIRKIRÎ WÊ HEMÛ CIHÊN DIN WEK XWE BIN

Xelîl da zanîn ku di sîstema Rêvberiya Xweser û xebatên wê de ti guhertin çênabe û ji bilî herêmên hatine dagirkirin wê hemû cih weke xwe bimîne.

Xelîl, weha got, “Her wiha Dêrezor, Reqa û cihên dawî jî hatîn rizgar kirin, wê ew jî ji aliyê xelkê wê herêmê ve ku rêveberiyek hatiye damezrandin, weke xwe bimîne. Wê deriyê Sêmalka weke xwe bimîne û niha Rêveberiya Xweser birêve dibe.”

ALDAR XELÎL: DI NAVA BAJAR DE WÊ TENÊ RÊVEBERIYA XWESER Û ASAYÎŞ HEBE

Xelîl ji bo cihên ku QSD hêzên xwe jê ber bi herêmên din ve vediguhêze jî ev agahî da:

“Dema ku QSD, YPG û YPJ ji herêmên sînor ber bi cihên din ve hêzên xwe veguhestin, li wan herêman rêveberiya leşkerî heye.

Wê ciwanên herêmê bi rêya rêveberiya leşkerî bajar û navçeyên xwe bi parêzin.

Li ser sînor jî hêzên Suriye bicih bibin.

Lê di nava bajaran de rêveberiya xweser û asayîşa rêveberiya xweser hebe.”

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di dawiyê de ji bo herêmên ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine jî got,

“Ew ê daxwaz ji hêzên navnetewî bikin ku li van herêman bicih bibin.”

Leave a Reply

Back to top button