Çîn banga xurtkirina hevkariya Navdewletî ya li dijî terorê kir

Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir el-Bexdadî di operasyoneke taybet navbera koalîsyon û QSDê de, gelek welatan helwesta xwe nîşan da.

Çîn jî banga dewamkirina şerê li dijî terorê kir.

Berdevkê wezareta derve ya Çînê ragihand ku welatê wî li dijî hemû rengê terorê ye û diyar kir ku divê hevkariya navdewletî ji bo rûrûkirina terorê were xurtkirin.

Berdevkê wezaretê bal kişand ser kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî û got:

Em pêşketinên nû baş dişopînin û teror dijminê her welatî ye.

Ji lew re, divê hemû welat bi hev re di têkbirina terorê li seranserî cîhanê de bixebitin.

Leave a Reply

Back to top button